22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
TBMM
Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik eşkere kir ku dê der heqê Herekata Mertala Firatê û geşedanên li El-Babê de sibê agahî bidin Parlementoyê.
Işik li Parlementoyê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku bi hem partiyên îqtidarê hem jî bi partiyên mixalfetê re hevdîtin kirin, sibê dê der heqê Herekata Mertala Firatê û geşedanên El-Babê de li Lijneya Giştî ya TBMMê agahî bide.
Işik got ku "Em agahiyan tam û baş bistînin, berhev bikin û hem raya giştî hem jî Parlementoya xwe agahdar bikin. Niha wiha di kêliya dawîn de axaftin nabe. Niha hevalên me gelekî dixebitin."