Muhammet Kurşun
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
ANKARA
Li Enqereyê di operasyona ser DEAŞê de biyanî jî di nav de 29 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan, Tîmên Mucadeleya Dijî Terorê ser bi Midûriya Emniyeta Enqereyê bi kordînasyoniya Şaxên Îstixbaratê bi beşdariya 500 polêsî li dijî DEAŞê operasyon meşandin.
Serê sibehê ekîban avêt ser gelek navnîşanan û ji 46 kesên ku Serdozgeriya Enqereyê biryara binçavkirinê dabû 29 kes girtin.
Hat ragihandin ku gelek gumanbarên DEAŞê biyanî ne. Di lêgerînan de hat tesbîtkirin ku hin gumanbaran keşf û haziriya çalakiyan kiriye.
Li navçeya Mamakê di operasyonê de gumanbarekî xwe ji balqonê avêt û xwest bireve.
Di operasyonan de gelek malzeme û materyal hatin bidestxistin û xebat didomin.