27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
VAN
Welatiyên li Ercîşa navçeya Wanê bi alaya Tirkiyê tevlî meşa "Lanet li Terorê û Vexwendin ji bo Biratiyê" bûn, êrîşê PKKya rêxistina terorê şermezar kirin.
Saziyên Civakî yên Sivîl ên li herêmê bi serokatiya nûnerên patiyên siyasî ji bo meşê li ber Mizgefta Yusuf Paşa civiyan. Bi hezaran welatiyên li vir civiyan heta Meydana Demokrasî û Şehîdên 15ê Tîrmehê meşiyan û dirûşmên wekî "Şehîd namirin welêt ji hev du perçe nabe", "Kurd û Tirk birane, PKK qeleşe" berz kirin.
Qaymeqamê Ercîşê û Cîgirê Serokê Şaredariyê Mehmet Şîrîn Yaşar got ku welatiyên me yên ku di 15ê tîrmehê wexta hewla derbeyê meydana vala nehiştin niha jî li hemberî terorê disekinin.
Yaşar wiha dewam kir:
"Ercîşî zanin ku li li ser rûyê dinyayê ji bilî kurdan birayên tirkan tunene her wiha ji bilî tirkan birayên kurdan jî tune ne. Li ser ala sor a me him xwîna kurdan him xwîna tirkan heye. Lewra li Çanakkalê, li Galîçyayê kurd û tirka li eniyê li hemberî dijmin bi hev du re şer kir."