Önder Beyter
03 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Sibat 2019
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê ji bo ku balê bikişînin ser pirtûkxwendinê, xwendekaran li ser berfê pirtûk xwend.
Xwebexşên navenda ciwaniyê û xwendekaran, ji bo ku bi ciwanan ra edetê pirtûkxwendinê çêbe, bûka berfê çêkirin û herwiha rahêştin pirtûkan û li ser berfê pirtûk xwendin.
Midûrê Navçeyê yê Navenda Ciwaniyê ya Erdîşê Arif Taşdemîr diyar kir ku wan ev çalakî li dar xist da ku balê bikişînin ser edetê pirtûkxwendinê.
Taşdemîr bal kişand ku li pirtûk kafeyê ciwanan di hefteyê da heft rojan ji xwe ra çay û qehweyê vedixwin û di ber ra jî kitêbên xwe dixwînin û wiha dewam kir, "Ji pirtûk kafeya me di salekê da ji 30 hezarî zêdetir kesî sûd wergirt. Li kafeya ku ciyê behnvedanê jî heye, belaş çay û qehweyê îkramî kesên ku pirtûk dixwînin dikin. Me îro jî ligel hevalên xwe ev çalakiya kir."