Fatih Gazioğlu
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bagereke mezin rabû û di bagerê da gomek xirab bû û 2 heywan telef bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, bager li Kulfeqîra gundê Kavakliyê rabû û ji ber bagerê goma Ahmet Çîftçî hilweşiya.
15 heywan di bin xirbeyê gomê de man. Piştî midaxeleyê 13 heywan hatin xilaskirin, 2 heywan jî telef bûn. Xwediyê gomê ji rayedaran alîkarî xwest.