Önder Beyter
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
KARAMAN
Li Karamanê 3 ciwanan di nava xwe da şertê ka dikarin bi kerê li nava bajêr bigerin an na, girtin û paşê li li kerê siwar bûn û li ser kolana herî serekî ya bajêr geriyan.
Alî Ihsan Dorlayê 16 salî yê ku bi hevalên xwe ra şert girt, tevî du hevalên xwe yên din kerê eqrebayên xwe anîn û pê li nava bajêr geriyan.
Ciwanên ku bi kerê li nava bajêr tûr kirin, bûn navnîşana eleqeyê.
Dorla di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku wî û hevalên xwe di nava xwe da şert girtin bê ka dikarin bi kerê li bajêr bigerin an na. Dorla got ku ji ber vê qasê ew bi kerê li bajêr digerin û herwiha dû ra ewê kerê emanet bibin bidin xwediyê wê.