21 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê pisporê teqemeniyê li ser şikê çenteyekî ku danîbûn rexê rê bi funyeyê teqand.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, welatiyan li rexê rêya Erxenî-Dîcleyê çenteyekî bêxweyî dîtin jê ketin şikê û lli ser vê haya polêsan pê xistin.
Li ser îxbarê hêzên ewlekariyê hatin dewsa bûyerê, tevdîrên ewlehiyê sitandin û rê ji çûyîn û hatinê ra girtin.
Pisporên teqemeniyê hatin dewsa bûyerê li der û dora çente lêkolîn kirin û paşê bi funyeyê teqandin.
Ji çenteyê ku hat teqandin cotek sol derketin.
Piştî ku pisporên îmhekirina teqemeniyê karê xwe qedandin rê ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin.