21 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Li Bahçelîevlera Stenbolê avahiya 7 qatî ya ku ji ber talûkeya hilweşînê hatibû valakirin tep bû.
Li gor agahiyan li kuçeya Gokçeka li taxa Kocasînanê ji ber înşeatê avahiya 7 qatî aliyê kêlekê va xwar bû.
Hat diyarkirin ku ev avahî û yên li derdorê hatin valakirin û zabiteyan jî tevdîrên ewlehiyê hildan. Demek bi şunda avahî tep bû û makîneya kar a li nêzî avahiyê di bin molozan da ma.
Ji ber ku avahî zû hat valakirin pêşî li ber bûyereke mezin hat girtin.