Elif Orhan
28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
TBMM
Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag da zanîn ku li daketina Seferên Derve ya Balafirgeha Ataturkê terorîstek bi keleşê gule barand li ser hawirdor û pişt re xwe teqand, li gor tespîtên ewil dora 10î kes şehîd ketin, nêzî 20î jî birîndar hene.
Bozdag li Lijneya Giştî ya TBMMyê di dema hevdîtinên pêşnûmaya qanûna der heqê daraza bilind de agahiyên ewil ên ku der heqê teqînê de gihaştin wî ragihand.
Bozdag got ku bûyer "êrîşa terorê" ye û wiha axivî:
"Ez dixwazim ku der heqê êrîşa terorê ya ku li daketina Seferên Derve ya Ataturkê qewimî de agahî bidim Lijneya Giştî. Berî her tiştê ez dixwazim ku ez ew kesên ku vê êrîşa menfûr a terorê kirin û telîmata kirina vê dan bi nefret nelet dikim. Li gor agahiyên ku min ji Wezareta Karên Navxweyî sitand... Tabikî ev agahî agahiyên germ in. Agahiyên ku dê ez bidim agahiyên ewil ên ku gihaştine min in. Dibe ku bi demê re ev agahî biguherîn.
Li gor agahiyên ku dan min li daketina Seferên Derve ya Balafirgeha Ataturkê terorîstekî pêşî bi keleşê gule barandiye hawirdor û xwe teqandiye. Li gor tespîtên ewil nêzî 10î şehîdên me hene, tê gotin ku dora 20î jî birîndarên me hene. Lê belê ev hemû agahiyên ewil in. Ji ber ku bûyer hêj nû ye dibe ku ev bên teyîtkirin an jî dibe ku bereksê wê jî derkeve. Ez dixwazim ku min der heqê vê qeydê de agahiyên xwe parve kir. Ji ber ku agahî teyîtkirî nînin. Her wiha nûçeyên dibêjin ku li daketina metroyê ya Balafirgehê jî teqînek çêbûye heye."