İbrahim Atmaca
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
HATAY
Li Kirikhana navçeya Hatayê 11 biyaniyên ku bi rêya dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûn, hatin girtin, 3 kes jî hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Emniyeta Navçeya Kirikhanê piştî xebata îstixbaratê li taxa Aydinliya navçeyê operasyon bir ser navnîşanekê.
Di operasyonê da 11 Sûriyeyiyên ku li gor tesbîtê bi rêya qaçax ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûn, hatin girtin.
Sûriyeyî teslîmî Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.
Der heqê bûyerê da xwediyê malê M.E.yê (49) Sûriyeyî, A.C.yê (56) Sûriyeyî ku li gor tesbîtê bi wesayîta xwe ya ticarî ya plaqa wê 31 MN 124 e va biyanî aniye wê malê û H.H.U.yê (21) ku li gor îdiayê qaçaxcîtiya penaberan organîze dike hatin binçvkirin.