Türkan Tosun
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Dibêjin bila Selahattin Demirtaş bê berdan. Heke wisa be me çima dijî terorê têkoşîn da? Zarokên me çima şehîd bûn?"
Soylu li Zeytînburnuyê beşdarî fitara Komeleya Tirkên Rumeliyê bû û li wir axivî.
Soylu behsa lîstikên li ser Tirkiyeyê tên kirin, kir û wiha axivî: "Bi terorê va xwestin me ji hevdu veqetînin, lê bi ser neketin. Xwestin zarokên dayikekî bikin çepgir an rastgir û hevdu bidin kuştin, bi ser neketin. Bi qeyranên aboriyê û siyasî xwestin ku me qels bikin. Hin caran bi manşetên rojnameyan xwestin me biçûk bixin. We gelek zehmetî kişand. Vê nifşê darbe dît, serokên ku hatin îdamkirin dît, bûyerên kuçeyan dît, yên ku çav dane welatê me dît. Tu tiştek nema ku nebînin."
Wezîr Soylu behsa Operasyona Çiqlê Zeytunê kir, got Tirkiyeyê ji bo vê operasyonê ji tu kesî destûr nexwestiye û wiha dewam kir: "Dema ji me ra gotin 'Hûnê bikevin Efrînê?' me got ' Em dizanin emê çi bikin'. Em dizanin emê li hember Amerîkayê çawa tevbigerin. Ev welat welatê me ye. Rojhilata Navîn û Kafkasya sergoya me ya. Em îro ji Sûriyeyîyan ra mazuwaniyê dikin. Bi sed salên ewil jî me ji Cihûyên ji Îspanyayê reviyan re mazuwanî kir."
- "Zarokên me çima şehîd bûn?"
Ji bo berdana Selahattîn Demirtaş Soylu wiha axivî: "Dibêjin bila Selahattin Demirtaş bê berdan. Hema bibêje hemû heman tiştî dibêjin. Dixwazin xwe ji Rojavayê re şirîn bidin nîşandan û bibêjin 'Binêrin me xwest ku yekî di girtîgehê de bê berdan'. Baş e, heke wisa be me çima dijî terorê têkoşîn da? Zarokên me çima şehîd bûn? Li Manîsa, Soma, Konya, Ilginê birayên me çima şehîd bûn? Çima bi deh hezaran kes li du alaya hîv û stêrk çûn? Ew kesê ku bi telîmatekî ve 53 kes da kuştin wê do girtîgehê de nemîne, îja wê kî bimîne? Bila yek vê ji min ra bibêje. Dil çawa zû sar bûn? Li ser navê kî, ji bo kî ev soz tên dayîn?"