22 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê êrîşa çekdarî ya li Londrayê da got, "Teror, bela serê me hemûyane. Tenê li welatên misilman hildana navê terorê xeletiya herî mezin e. Teror, karesatek kurewî ye, bela serê mirovatiyê ye."
Yildirimê ku li Elazixê ye beşdarî weşana hevpar a zindî ya Kanal 7 û Ulke TVyê û pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Yildirim der barê kampanyaya hilbijartinê de got: "Rewş baş e, welatî eleqe nîşan didin. Em ê di 16ê nîsanê de dengan bijivêrin lê niha em dibînin ku eleqeya welatiyan baş e. Welatî bo me re ne. Dibêjin em ji bo paşeroja ronî ya Tirkiyeyê amadene ku bibêjin 'Erê."
- Êrîşa Terorê ya li Londrayê
Serokwezîr Yildirim der barê êrîşa çekdarî ya li Londrayê da got, "Teror, bela serê me hemûyane. Tenê li welatên misilman hildana navê terorê xeletiya herî mezin e. Teror, karesatek kurewî ye, bela serê mirovatiyê ye."
- "Lazim e bi hev du re dijî terorê têbikoşin"
Yildirim herwiha got, "Di mijara terorê de lazim e dev ji 'lê belê, feqet'ê berdin û lazim e di mijara terorê de hemû welêt bêne bal hev, lazim e bi hev du re dijî terorê têbikoşin."
- Kes nikare vê biratiyê xirab bike
Yildirim got ku di navbera elewîtî û sinnitiyê de tu ferq tune ye û wiha dewam kir:
"Xwedayê me yek e, pêxemberê me yek e. Hezretî Elî yê me ye jî yê wan e jî. Ehlêbeyt malbata pêxemberê me ye. Dîsa Hezretî Hesen û Hezretî Huseyîn jî wisa ne. Ma qet we diye li Tirkiyeyê kes navê Yezîd li zarokên xwe kiriye? Na. Lê navê Elî, Bînalî, Hesen, Huseyin gelek in..."