Türkan Tosun
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê birûskê li 3 baregehan xist, 6 esker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê li Çukurcayê birûskê li 3 herêmên baregehan xist.
Di daxuyaniyê da hat gotin 6 esker birindar bûn û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Walî Îdrîs Akbiyik bi Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Suleyman Suvat Dîlberoglu û Albay Yavuz Ozturkê Alîkarê Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr ra çû nexweşxaneyê.
Akbiyik der barê rewşa eskerên birîndar da ji doxtoran agahî hilda û bi eskeran ra sohbet kir.