12 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li qadeke li texma dibistanekê tiştekî ku zarokan dît di destê wan da teqiya û di teqînê da 3 zarok birîndar bûn, lê ji zarokan Umut Ayvalikê 11 salî li nexweşxaneyê mir.
Hat diyarkirin ku ji zarokan Bariş Ayvalik sewqî Wanê kirin û zarokên din jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê tên dermankirin.
Li gor agahiyên ku hat hildan, tiştekî ku zarokan li zeviya vala ya li texma Pêşdibistana Walî Erdogan a li Taxa Cumhuriyetê dîtin di destê wan da teqiya.
Ekîbên polêsan li cihê teqînê lêkolîn kir û der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.