12 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
ÎZMIR
Di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de navend Îzmir li 4 bajaran operasyon hat kirin. 16 xebatkarên berê yên ku Serokatiya Karên Diyanetê de dixebitîn û ji kar hatibûn derxistin, hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de biryar da ku xebatkarên berê yên ku Serokatiya Karên Diyanetê de dixebitîn û ji kar hatibûn derxistin, bên girtin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr serê sibê Îzmir, Manîsa, Çorum û Sakaryayê operasyoneke hevdem kirin û 16 kes binçav kirin.
Ji bo ku şikbarên firar in jî bên girtin operasyon dewam dike.
Hat gotin ku şikbaran bernameya ragihandinê ByLock a rêxistina FETO bi kar aniye.