Önder Beyter
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxçîtiyê da li ser sînorê Îranê 118 kevok hatin bidestxistin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, ekîbên Yekîneya Biryargeha Taxbûra Hidûd a Esendereyê xebatên xwe yên astengkirina fealiyetên qaçaxçîtiyê didomînin.
Hêzên ewlekariyê yên ku li Gera Kasranê ya li bajarokê Esendereyê xebatên lêgerîn û astengkirinê dimeşandin, li ser sînorê Îranê di hundirê 4 qefesan da 118 kevokên Hebeşê bi dest xistin û berşikek jî binçav kirin.
Berşikê ku piştî miemeleyan sewqî edliyeyê kirin, bi destê dozgeriyê hat berdan.
Kevok teslîmî Midûriyeta Îstixbarat û Qaçaxçîtiyê ya Parastina Gumrikê ya Esendereyê kirin.