21 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
ANKARA
Di hemleya firokeyên cengê yên Tirkiyeyê ya li dijî dewrûbera Hekariyê û herêma Zapê da 10 hedef hatin jinavbirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku ber destê sibehê di navbera saet 05.45-07.35an da firokeyên cengê yên Tirkiyeyê hemleyeke asmanî birin ser dewrûbera Hekariyê û herêma Zapê ya li bakurê Iraqê.
Di hemleya ku li ser îstixbareteke bilez hat lidarxistin da 10 hedefên ku di navê da şikeft, stargeh û ziving hene hatin jinavbirin.
Hat diyarkirin ku piştî hemleyê firoke silamet vegeriyan baregehên xwe.