21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 22 Mijdar 2015
Hat ragihandin ku li herêmên Zap, Avaşîn-Basyan, Hakurk û Qendîla li bakurê Iraqê di operasyona hewayî da baregeh, sitargeh û cebilxaneyên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê operasyon do bi şev di navbera saet 23.00 û 02.00an da hat kirin. Hat diyarkirin ku di operasyonê da 12 heb F-16 û 10 heb F-4 2020 ên balafirên şer hatin emilandin û di operasyonê da 23 hedef hatin îmhekirin.
Her wiha duh li Şirnexê jî operasyon hat kirin û şekeft û stargehên ku terorîstan bi kar dianîn hatin îmhakirin.
Li Qersê jî operasyon hat kirin û li stargehan da gelek alavên terorîstan hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê li Diyarbekir û Bidlîsê jî di bin rê da teqemenî dîtin û îmha kirin. Li Mêrdînê jî di lêgerînan da demançe û fîşengên wê hatin girtin.
Li Kilîsê jî 5 jê zarok 11 endamên DAEŞê hatin binçavkirin.