İbrahim Atmaca
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
SALEHARD
Li Saleharda ku li ser Daîreya Cemsera Bakurê Dinyayê bajarê tekane ye, mensûbên qebîla Nenetsê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.
Qebîleya Nenetsê li nêzî bajarê Salehardê dijî û şivantiya xezalên kedî dike. Salehard navenda Okruga Xweser a Yamalo-Nenetsê ya Rûsyayê ye û li herî bakurê dinyayê ye. Endamên qebîleyê wêneyên ji hêla nûçegihanên AAyê ku li welêt û dervayê welêt hatibûn kişandin yekoyek mêze kirin û agahî hildan.
Ji mensûbên qebîleyê Yekaterina Mihailovna li konê ku tê da dijîn da li wêneyan mêze kir û di kategoriya xeberan da wêneya "Îtfayekarê Qehreman" a Elîf Ozturkê, di kategoriya jiyanê da wêneya "Li Stenbolê heyva çardeşevî" ya Emrah Yorulmaz, di kategoriya sporê da wêneya "Pêşbirka Dijwar" a Andreas Gebert neqandin.
Ji şivanên xezalên kedî Vyaçeslav Tabalko jî li ser xizeka xezalê li wêneyan mêze kir û di kategoriya xeberan da wêneya "Li ser çiyayê Burseyayê alaya Tirk" a Emîn Sansar, di kategoriya jiyanê da wêneya "Rêya kesk" ya Semîh Yuksel, di kategoriya sporê da wêneya "3 gav" a Ahmet Dumanli neqandin.
Mihailovna û Tabalko diyar kir ku hemû wêne ji hev bedewtir in.