21 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Ji ber operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê li navçeya Hezro, Qulp, Sîlvan û Licêyê li 23 taxên çolterê û li 23 goman qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li çoltera navçeya Hezro, Qulp, Sîlvan û Licêyê ji bo jinavbirina terorîstên PKKyî ku tê pêşbînîkirin di navê da serkirde jî hene û herwiha ji bo rûxandin û xirabkirina stargeh, depo û kozikên dijefirokeyan wê operasyon bê lidarxistin.
Herwisa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji ber operasyonê li hin deveran ji saet 05.00an pê va qedeqeya derketina derva hat ragihandin. Di daxuyaniyê da deverên qedexekirî wiha hatin rêzkirin:
"Li Licêyê taxa Dallica, Tepe, Tureli, Kabakaya, Kutlu, Yalaza, Ortaç, Baglan, Oyuklu, Çavundur, Dolunayê û herwiha goma Hevselbey, Kolbagi, Alataş, Kalkanli, Bakanlar, Hacîcemîl, Esenli, Çaylarbaşi, Goçer, Kerpiçoren, Çanak, li Hezroyê taxa Çitlibahçe û Ormankayayê û herwiha goma Guzdami û Şahgeldiyê, li Sîlvanê jî taxa Mutluca, Çaldere, Dolaplidere, Dagçilarê û goma Uçdirek, Ergeçiti, Kayabagi û Erkencilerê, li Qulpê taxa Çukurca, Demirli, Duzce, Bayikkoy, Taşkopruyê û goma Zumrutlu, Keçiveren, Yukaripolat, Aşagipolat, Mevik û Aşkopru."