Nihat Kavşut
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
HEWLÊR
Telar Fayeq Rêvebera Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ji xeynî seferên leşkerî, diplomatîk û Neteweyên Yekbûyî (NY) hemû seferên navneteweyî wê îro li gor saeta herêmî di 18.00an da bidin sekinandin.
Fayeqê li Balafirgeha Hewlêrê daxuyanî da rojnamevanan û piştî referanduma nemeşrû ya li Herêma Kurdistana Iraqê der barê daxwaza hikûmeta navendî ya Iraqê ku xwest balafirgeh ji bo seferên navneteweyî bên sekinandin da xeberda.
Telar Fayeqê destnîşan kir ji hikûmeta Bexdayê ji bo çareserkirina meseleyê tu lijneyek bi me ra neketiye nav pêwendiyan û wiha got: "Li ser daxwaza Saziya Geştên Asîmanî yên Sivîl ya Iraqê wê seferên navneteweyî yên li Hewlêr û Silêmaniyê di saet 18.00an da rawestin."
Fayeqê diyar kir ev biryar tenê zirarê nade Herêma Kurdistana Iraqê wê zirar bigihîje hemû Iraqê û got divê demildest ev biryar bê betalkirin.
Telar Fayeqê destnîşan kir wê tenê seferên leşkerî, diplomatîk û Neteweyên Yekbûyî (NY) serbest bin.