Haydar Şahin
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
AYDIN
Li Kuşadasiya navçeya Aydinê 40 koçberên bêdestûr ên ku bota wan av hildidia hatin xilaskirin û cesedê zarokekê hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê îxbar hildan ku li 5 mîl dûrê qeraxa Kuşadasiyê bota koçberên bêdestûr tê da ne avê hildide û li ser vê çûn herêmê.
Ekîban li gor tesbîtên ewil 40 kesên di botê da xilas kirin û cesedê zarokeka qîzîn a 4 salî dîtin.
Koçberên bêdestûr ên di nav wan da zarok jî hebûn û hatin xilaskirin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Kuşadasiyê.
Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.