Önder Beyter
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
MUGLA
Li peravê Bodruma navçeya Muglayê bota lastîk a koçberên bêdestûr ku hewl dan bi rêyên dereqanûnî derbasî Girava Îstankoyê ya Yûnanistanê bibin, binav bû.
Bota ku ji Tengava Baglayê hereket kir û tê da ji Iraq û Sûriyeyê 19 koçberên bêdestûr hebûn, qederek şûnda xerq bû.
Li ser hawarê, 2 botên Ewlekariya Qeraxan çûn ciyê bûyerê û 15 Iraqî û Sûriyeyiyekî ku li ber xeniqînê bûn, xilas kirin û cesedê 2 jinan ji avê derxistin.
Koçberên bêdestûr ên ku di îfadeya xwe ya pêşîn da destnîşan kirin ku di botê da 19 kes hebûn, ekîban dest bi lêgerîna kesekî wenda kirin.
Xebatên lêgerînê yên ekîban ji asîman û ji ser behrê didomin.