20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman der barê meclisa ku di hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hat bombekirin da got: "Hemû derî, pace û cihên meclisê yên ku xisar dîtine hatin nûkirin. Bi tenê şopa bombeyan a li odeya Serokwezîrê me û der û dora wî hat parastin ku ew ê jî cihek wek bi navê "Muzeya Demokrasiyê" bisekine."
Kahraman der heqê "Sempozyûma Navneteweyî ya Heyama Siltan Evdilhemîdê Duyemîn û salvegera 174emîn a Xwedêdayina wî" da li avahiya Xezîneya Xasse ya Qesra Dolmabahçeyê civîna çapemeniyê kir û paşê jî bersiva pirsên rojnamegeran da.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu xwestibû ku bila enqaza li Meclisê bê paqijkirin û fikrên Kahraman ên der barê vê bangewaziya Kiliçdaroglu hat pirsîn û wî jî got: "Wek ku hûn jî zanin hemû derî, pace û cihên meclisê yên ku xisar dîtine hatin nûkirin. Bi tenê şopa bombeyan a li odeya Serokwezîrê me û der û dora wî hat parastin ku bi navê "Muzeya Demokrasiyê" cihek bisekine."
Kahraman destnîşan kir ku li Meclisê stargeheke li gor şert û mercên îro tuneye û wiha pê da çû: "Herwiha li baxçe çaleke di encama bombeya ku avêtinê li vir da vebûye heye. Dîsa li wê derê wesayitek ku tang di ser ra derbas bûye heye. Ewê li ser çale li vir were girtin û navê rêya di navbera meclis û wê çalê da wê bibe "Rêya Demokrasiyê." Ewê li qeraxê vê rêya wêneyên 15ê tîrmehê şeva hewla derbeyê bêne nîşandan. Di meclisa me da di sala 1958an da mixabin ji hêla mîmar Clemens Holzmeisterê ji Awistaryayê bû va xebat hatibû kirin. Cihekî ku berê hatiye avakirin û wek stargeh hatiye cihêkirin hebû. Me dît ku ewder têr nake nabe heta me fehm kir ku ewder ne stargehe jî. Emê stargeheke li gor şert û mercên îro, şertên parastina sivîl û normên niha ava bikin."