Îsmaîl Kahramanê ku di dengdayîna tûra sêyemîn a li Lijneya Giştî ya Parlementoyê de 316 ray stand û bû Serokê TBMMyê, di 1940î da li Rîzeyê hat dinyayê. Kahraman perwerdeya xwe ya seretayî û navincî li Karabukê, perwerdeya xwe ya lîseyê jî li Lîseya Stenbol Haydarpaşayê temam kir. Dû re ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Kahraman di salên xwe yê zanîngehê de serokatiya Cemiyeta Talebeyan û serokatiya giştî ya Yekîtiya Talebeyên Milî ên Tirk kir.
Kahraman bû Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Birlikê ya ku du 28ê Gulana 1985an de ava bû.
Zanîngeha Yalovayê di sala 2009an da unwana "Doktorê Fexrî" da Kahraman. Kahraman yek ji avakarê Weqfa Belavkirina Ilmê û herwisa di nava Heyeta wê ya Mutewelî de cih girt.
Herwisa Kahraman di Wezareta Xebatê de jî wekî Mişawirê Wezîr xebitî.
- Piştî 13 salan wekî Serok vegeriya Parlementoyê
Kahraman di hilbijartina giştî ya parlementeriyê ya 1995 û 1999an de wekî parlementerê Stenbolê di serdema 20 û 21emîn de di parlementoyê de cih girt. Kahraman di partiya Refah û Faziletê da cîgirseroktiya komê kir û di salên 1996-7an de di Hikûmeta 54emîn a Refah-Yolê de bû Wezîrê Çandê.
Kahramanê ku îngilizî dizane zewicî ye û çar zarokên wî hene.