25 Gulan 2016•Rojanekirin: 26 Gulan 2016
MARDÎN
Sererkaniyê diyar kir ku di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li ser Fermandariya Qereqola Cendirmeyên Anitliyê ya li Mîdyada navçeya Mêrdînê da leşkerek û 2 gundparêz şehîd bûn, yekê wan rewşa wî giran 2 leşker jî birîndar ketin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku endamên rêxistina terorê do berêvarê di saet 13.30yî da bi wesayîta bombebarkirî va êrîşî Fermandariya Qereqola Cendirmeyên Anitliyê kirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê da lleşkerek û 2 gundparêz şehîd bûn, yekê wan rewşa wî giran 2 leşker jî birîndar ketin û birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Rihma Xwedê li şehîdên me yên ku di vê êrîşa bêbext a ku dilê me şewitand da mirin be, serê malbat û eqrebeyên wan, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, cemîeya gundparêzan û gelê tirk sax be, Xwedê şifayê bide birîndaran."