26 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
MARDÎN
Li Mêrdînê endamên rêxistina terorê PKKyê di dema bihurîna wesayîta sivîl a ku leşker û gundparêz tê da bûn da, teqemeniyek teqandin û di encamê da 3 peywirdarên ewlehiyê şehîd bûn, 7 peywirdarên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Terorîstan li ser rêya Qiziltepe-Dêrikê li tanga gundê Tepedagê di dema bihurîna mînîbusa leşker û gundparêzan da teqemeniya çalkirî teqandin.
Di êrşê da 3 peywirdarên ewlehiyê şehîd bûn û 7 peywirdarên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Mêrdîn, Dêrik û Qiziltepeyê.
Seba qefaltina terorîstên ku bazdan, operasyon dan destpêkirin.