Türkan Tosun
06 Nîsan 2020•Rojanekirin: 07 Nîsan 2020
Tîmên zabitayê yên Şaredariya Qiziltepeyê li bazarê lepik û maske belavî welatî û esnafan kirin, agirê wan pîvan, dezenfektan peşkandin destên wan û paşê destûr dan ku ew bikevin bazarê.
Ji bo ku di navbera dezgehan da 3 mêtro navber hebe jî zabitayan hişyarî da welatiyan.
Dema agirê kesekî zêde be zabita ewê haya tîmên Rewşa Acil a 112yê pê bixin.