İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
MERSÎN
Li Toroslara navçeya navend a Mêrsînê minîbusa ku karkerên çandiniyê tê da bûn wergeriya û li gor agahiyên ewilîn 3 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, minîbusa ku plaqa wê 33 MN 180 ye û karkerên çandiniyê tê da bûn, li ser rêya Gozne-Arslankoy di çaryana Arslankoyê da wergeriya.
Gelek ekîbên tenduristî û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Li gor agahiyên ewil 3 kesên ku di wesayîtê da bûn, li cihê qezayê can dan, gelek kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.