22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
MÛSIL
Hat ragihandin ku li Iraqê milîtanên rêxistina terorê DEAŞê li rojhilatê Mûsilê li taxa Gokceliyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş kirin û di encamê da sivîlek mir, 30 kesên ku di navê da leşkerî jî hene birîndar bûn.
Ji artêşa Iraqê Tumgeneral Ezîz Xalid di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li taxa Gokceliyê ku nêzîkî du meh berê ji DEAŞê hatibû rizgarkirin, li devera ku nêzîkî navenda ewlekariyê û bazara giştî ye, êrîşeke xwekujiyê rû da.
Xalid diyar kir ku çekdarên rêxistina terorê DEAŞê bi 3 wesayîtên bombebarkirî va êrîş kirin û di encamê da sivîlek mir, 9 jê leşker 30 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa xwekujiyê ya navborî, li herêmên ku li rojhilata Mûsilê hatine xelaskirin, wek êrîşa yekemîn a li dijî hêzên ewlehiyê hat dîtin.
Hêzên artêşa Iraqê taxa Gokceliya ku dikeve aliyê rojhilata bajêr, di 1ê mijdarê da ji DEAŞê rizgar kiribû. Operasyona rizgarkirina Mûsilê jî di 17ê cotmehê da dest pê kiribû.