Türkan Tosun
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
MÛŞ
Li Mûşê cotkarên ku zevî kirê kiribûn û zebeş reşandibûn zebeşan berhev dikin û dişînin bajarên rojavayê.
Cotkar zebeşên ku ji zeviyan berhev dikin dişînin Stenbol, Enqere, Îzmir û bajarên din ên mezin da ku bên firotin.
Tucar Haci Alî Şengul got heta îro wî li Mûşê hezar ton zebeş kiriye û wiha axivî: "Ev 25 sal in ez zebeşan dikirim. 5 sal e jî ez li Mûşê ji gundiyan zebeşan dikirim û difroşim bajarên li derûdorê."
Cotkar Necatî Denîzê jî got wî li ser erdekî 100 donimî zebeş reşandiye û 600 ton zebeş berhev kiriye.
Denîz got ew van zebeşan difroşe bajarên wek Stenbol, Edene, Îzmir, Bursa û Hatayê û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê dema herêmên din zebeş xilas dibin paşê li vir berhevkirin dest pê dike. Ji ber ku îsal bi têra xwe baran barî me berekî baş hilda. Min li ser erdekî 100 donimî zebeş reşand û 600 ton zebeş berhev kir. Lê bihayê zebeşan pir kêm e. Qasî 20 milyarî mesrefê min çêbû. Lê dîsa jî me karekî baş kir."