İbrahim Atmaca
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
MUŞ
Ji ber ku li Mûşê germa hewayê dikeve bin sifirê 15 pileyan, hin welatiyan derî, balkon û paceyên mala xwe bi laylon û brandeyê va pêça.
Li Şenovaya gundê li ser navendê ji ber ku sir û sermaya zivistanê zêde ye, welatî tînin derî û paçeyên malên xwe laylon û brande dikin.
Ji şêniyên gund Selçuk Yilmaz diyar kir ku zivistana Mûşê pir sar derbas dibe û wiha dewam kir: "Dema ku serma pir çêdibe, em derî û paceyan bi laylon û brandeyê dipêçin. Em laylon li traktorên xwe jî wer dikin û ji sermayê diparêzin. Ji bo ku lastîkên tekerên traktorê ji ber sermayê neqelişin, em bi laylonê dipêçin."
Bayram Ozturk jî got ku ew ji ber sermaya zivistanê balkon, derî û paceyên malên xwe laylon dikin.