Önder Beyter
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
MERSÎN
Li Şaredariya Akdenîza Mêrsînê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin, par di serdema 10 mehên ewil da 16 milyon û 531 hezar lîre ferqa budçeyê çêbû, piştî peywirdarkirinê îsal di heman serdemê da 5 milyon û 917 hezar lîre ferqa zêde ya budçeyê çêbû û herwiha ji 197 milyon lîre deynê şaredariyê 37 milyon lîre hat dayîn.
Li Akdenîzê ku par di meha berfanbarê da cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin û di warê şarevaniyê da gelek guherîn lê çêbûn, rêjeya xizmetan zêde bû û rê li ber xercaneyên nepêwîst û îsrafê hat girtin. Herwiha vê yekê jî kir ku ferqa budçeyê çênebe.
Li taxên şaredariyê ji asfalta germ heya binesaziyê, ji peyarêyan heya kevirên parqan gelek xizmet hatin kirin.
Par di serdema 10 mehên ewil da 16 milyon û 531 hezar lîre ferqa budçeyê çêbû, lêbelê piştî peywirdarkirinê îsal di heman serdemê da 5 milyon û 917 hezar lîre ferqa zêde ya budçeyê çêbû.
Herwisa ji 197 milyon lire deynê şaredariyê ku ji dem û dezgeh û piyaseyê ra heye, jê 37 milyon lîre hat dayîn.
Qaymeqam û Cîgirşaredarê Akdenîzê Muhîttîn Pamuk di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir, piştî ku ew hat peywirdarkirin, wî wekî wezîfeya ewil, hişmendiya rêvebirina şaredariyê guherand.
Pamuk diyar kir ku wî hewl da û xebat kir da ku hişmendiya xizmeta ji bo welatî û mirovan li şaredariyê bi cih bike û wiha dewam kir, "Me li qadê pêşanî da tesbîtkirina kêşeyan. Em li taxan ligel welatiyên xwe hatin cem hev. Me bi welatiyên xwe ra peywendiya herî baş û dirust danî û em rasterast ji wan, kêşe û pirsgirêkên wan hîn bûn."
Wêranşar-Urfa
-Şaredariya Wêranşarê ku Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirê şaredar tayîn kir, him ji xebatên plankirî zêdetir dixebite him jî bi saya kontrola budçeyê çavkaniyên xwe baş dixebitîne
Şaredariya Wêranşarê ku Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirê şaredar tayîn kir, him ji xebatên plankirî zêdetir dixebite him jî bi saya kontrola budçeyê çavkaniyên xwe baş dixebitîne.
Li Wêranşehirê gel bi salan bû ji xizmetên şaredariyê hema bê mehrûm mabûn. Şaredar bi sedema ku alîkarî da PKK/KCKa rêxistina terorî, ji wezîfeyê hat hildan û li şûna wî Qaymeqam Omer Çîmşît wek cîgirê şaredar hat wezîfedarkirin. Êdî bi telîmata Çîmşît va li navçeyê xizmet tên kirin.
Ekîbên şaredariyê ji bo ku hemû budçeya qamûyê ji bo xizmeta welatiyan xerc bikin, hewl didin. Ji binesaziyê bigire heta paqijî, peyzaj, rê, parq û bexçeyan xizmet tên kirin.
Şaredarî kêmasiya fealiyetên çandî û xizmetên civakî jî nade nîşan, ji bo perwerdeyê, huner û şahiyê gelek projeyan çêdike.
Ekîbên şaredariyê ji bo dergûşên ku nû tên dinyayê diyariyan dide, alavên ku hewce dikin ji eskeran ra diyarî dike, kal û pîrên navçeyê yek û yek tesbît dike û wan li malên wan ziyaret dikin.
Şaredarî di dawiya her mehê da budçeya şaredariyê ji raya giştî ra parve dike û xizmetên xwe didomîne.