24 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
ANKARA
Li Nexweşxaneya Cebeciyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê li dermanxaneya Beşa Tedawiya Fîzîkê di şerê biçek da 4 kes mirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên emniyetê hilda, li dermanxaneya beşa fîzîk tedawiyê teknîsyen Enver T. (43) û Îlknur Yuce (50), Hîkmet Turk (49), Gursu Ulaşan (53) û Ozler Kîrîşê (34) ku li ber dermanxanê ne, bezîn hevdu.
Piştî bezînê şer derket û Enver T. gule berda 4 kesan. Ji dermankaran Yuce, Ulaşan û Kîrîş li cihê bûyerên mirin. Gule li serî û zikê Turk jî ket û li heman nexweşxanê hildan ber tedawiyê, lê digel midaxaleyan Turk xelas nebû.
Enver T, hat girtin û di îfadeya xwe ya ewil da got ku ji wî ra gotine diz û ji ber vê jî wî bi demançeya xwe ya biruhsat va gule berdaye wan.
Walîtiya Enqereyê jî bi destê meqamên edlî û polêsan der heqê bûyerê da lêkolîneke berfireh da destpêkirin.