24 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
SÎNGAPUR
Hikûmeta Sîngapurê bi hinceta tehdîda li ser pergala kamuyê û ewlekariya neteweyî wêneyên PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê yên ku li Sîngapurê di pêşengehekê da bihatina pêşandan qedexe kir.
Di daxuyaniya Ajansa Pêşketina Medyayê ya Sîngapurê da hat diyarkirin ku destûrê nadin ku 15 wêneyên milîtanên PYDyê li pêşengeha Festivala Hûnerê ya Navneteweyî bên pêşandan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku "di wêneyan da endamê rêxistinên teorê yên ku ji bo armanca xwe êrîşa xwekujiyê kirine" hene, ev sûcê şidetê ye, Sîngapurê ji bo pêkanîna pergala kamuyê, ewlekariya neteweyî û îstiqrarê li dijî tundiyê helwesta xwe bidomîne û destûrê nede wêneyên wisa.
Di wêneyên ku Newşa Tavakolîana rojnamevana ji Îranê kişandine da jinên PYDyî çekan dikişînin.
Li Sîngapurê pêşengehên hunerê, konsêr û pêşandan bi destûr û qebûlkirina wezîfedarên dewletê tên kirin.