27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da du esker şehîd ketin û 5 wezîfedarên ewlekariyê jî birîndar bûn.
Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derva, operasyona ku ji bo qefaltina terorîstan, îmhakirina teqemenî û defikan, sergirtina kozikan, rakirina barîkatan hêzên ewlehiyê û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di 14ê adarê da da destpêkirin dewam dike.
Teqemeniyên bidestçêkirî yên ku terorîstan ew di maleka li Taxa Firatê da veşartibûn, dema lêgerîna hêzên ewlehiyê teqiya.
Bi teqînê ra bîna hilweşiya, ji 7 eskerên ku di bin enqazê da man 2 jê şehîd bûn. 5 eskerên ku sax ji bûyerê xilas bûn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tên dermankirin.