Emre Ilıkan
23 Mijdar 2026•Rojanekirin: 23 Mijdar 2026
Li navçeyên Ozalp, Saray, Çalidran û Muradiyeyê yên Wanê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyên qaymeqamiyên her çar navçeyên navborî da hat ragihandin ku li gorî nirxandinên ji Midûriyeta Herêmî ya Meteorolojiyê hatin wergirtin, li navçeyan barîna berfê tesîra xwe didomîne.
Di daxuyaniyan da hat balkişandin ku ji ber barîna berfê û her wiha qerm û mijê dibistan 23yê Mijdarê roja duşemê hatin tetîlkirin.