04 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê endamên PKKya rêxistina terorê bi wesaîta bombebarkirî êrîş kirin, Walîtiya Mêrdînê der barê êrîşê de daxuyanî da û diyar kir ku di encama êrîşê da 2 polês cangorî bûn û 2 jê sivîl ji polês û malbatên wan bi tevahî 35 kes jî birîndar bûn.
Endamên PKKyê ber destê sibehê bi wesaîta bombebarkirî êrîşî cihê ku Îstasyona Trafîkê ya Herêmê û lojmanên polêsan lê ne kir.
Ji ber teqînê lojmanên polêsan zirareke mezin dîtin û li ser rê jî çaleka qirase vebû.
Walîtiya Mêrdînê jî der barê êrîşê de daxuyanî da û ragihand ku mensûbên rêxistina terorê di saet dora 05.45an de bi wesayîta bombebarkirî ve êrîşî Îstasyona Trafîka Herêmê ya Nisêbînê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di êrîşê de 2 polêsên me cangorî bûn. Du jê sivîl ji polês û malbatên wan bi tevahî 35 kes jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran pir giran nîne û welatiyên me yên ku rewşa wan parî başe li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tên dermankirin. Xwedê rehma xwe li wan cangoriyên me yên ku di vê êrîşa pê tê xwestin hizûr, îstiqrar û ewlehiya welatê me sero bin bê kirin bike û serê gelê me û malbatên wan sax be û Xwedê şîfayê bide birîndarên me."