30 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
ORDU
Îrfan Balkanliogluyê Waliyê Orduyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê li Mesûdiyeya navçeya Orduyê û li ser sînorê Koyulhîsara navçeya Sêwasê derketin operasyonê û komeke endamên rêxistina terorê tesbit kirin.
Balkanlioglu diyar kir ku hêzên ewlehiyê hişyarî dan, lê endamên rêxistinê gule berdan û pevçûn derket û wiha dewam kir: "Di pevçûnê da 6 terorîst hatin kuştin. Tê texmînkirin ku yên hatin kuştin di nav koma ku li Mesûdiyeyê 3 leşkeran şehît kirin da cî girtine."
Balkanlioglu diyar kir ku hezên ewlehiyê piştî teqîbatê cinazeyên endamên rêxistinê dîtin.
Balkanlioglu destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê M-16yek, 5 keleş, bombeyên destan û amûr û melzemeyên rêxistinê hatin dîtin.
Balkanlioglu diyar kir ku operasyon bi destê hêzên ewlehiyê yên Orduyê va hat kirin.