06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Hezîran 2016
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê di midîbusa ku wergeriya qenala avê de 14 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin midîbusa ku ji Îskenderûnê diçû geştê û tê de xwendekarên ibistanê, mamoste û dê û bavên xwendekaran hebûn nêzî gundê Cevdetiye ya rêbeja Osmaniye-Kozanê wergeriya qenala avê ya DSIyê.
Ji ber qezayê gelek ekîbên ambûlansê û xilaskirinê sewqî cihê bûyerê kirin. Kesên li der û dor ji bo ku kesên di midîbusê de xilas bikin arîkariya ekîban kirin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên hawirdorê. Di vê navberê de midîbusa ku noqî avê bibû bi vînçê derxistin.
Ekîb li ser îhtimala ku hin kes li ber avê çûbin, beriya avê girtin û li qenalê xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
- Waliyê Osmaniyeyê Al: "14 kes mirinî 26 kes jî birîndar bûn"
Waliyê Osmaniyeyê Kerem Al got ku di midîbusa ku wergeriya qenala avê de 14 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Walî Al û Waliyê Hatayê Ercan Topaca nexweşxaneyên ku birîndar lê tên dermankirin ziyaret kir, ji rayedaran agahî sitandin. Walî Al û Topaca sersaxî dan kesên ku li ber derê morgê li benda cenazeyên eqrebayên xwe ne.
Walî Al daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku miameleyên otopsiyê yên kesên ku di qezayê de mirin dewam dike.
Al got ku "Di qezayê de 14 kes mirin, 26 kes birîndar bûn. Miameleyên der barê bi tevahî 40 kesî de berdewam dikin. Ji kesên ku mirin 8 kes mezin in û 6 kes jî xwendekar in. Tespîtên nasnameyan hêj tam xilas nebûye. Tespîta nasnameya birîndaran bêtir zelal bû. Yek ji birîndaran xedar e. Birîndarekî jî şandin Îskenderûnê."
- Tespîtên nasnameyan hatin kirin
Di qezayê de ji kesên di midûbusê de Berîtan û Bawer Geyik, Nehîr Uludag, Bahadir Karakurt, Meral Sari, Yagmur Keskîn, Umut Ayas, Merve Pembe û Nur Sevîner, Sevgî Ayas, Ahmet Cebecî, Sultan Geyik, Ferûşah Esen û Muzeyyen Keskîn mirin.
Di qezayê de Ceylîn û Denîz Ercan, Îpek Gok, Nebîle û Seher Sîna Ust, Îra Fatma Ercan, Denîz û Ege Unlu, Îlyas, Olîvya, Mîchel, Vanessa Demîrcî, Meltem, Naz û Mehmet Erdem Karakurt, Belînay Ayas, Huseyîn Eşen, Emîr Çapû, Fatma Naz Akyurek, Tuana û Zubeyde Has, Suleyman Arda, Yilmaz, Serpîl û Fatma Pembe birîndar bûn.
- "Demildest midaxale hatiye kirin"
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag piştî ku birîndarên li Osmaniyeyê ziyaret kirin daxuyaniyek da û got ku Xwedê rehma xwe li miriyan bike li ser navê Serokwezîr Bînalî Yildirim û şexsê xwe sersaxî dide malbatan û ji bo wan sebrê dixwaze.
Akdag got ku bi telîmata Serokwezîr Yildirim hem ji bo ku piştgirî bide malbatan hem jî ji bo ku miamaleyên ku tên kirin bibîne hat Osmaniyeyê û wiha axivî:
"Min ev jî demildest dît. Demildest midaxaleyî bûyerê kirine. Hem ji bo birîndaran hem jî ji bo malbatan çi hewce bike hatiye kirin. Serdozgeriya me miameleyên hewcedar demildest kirine. Li nexweşxaneya me çend birîndar hene. Lê tu kesên ku birînên wî xedar in tune. Îneşallah piştî vê saetê jî tu pirsgirêk dernekeve. Hevalên min ragihandin min ku birînên birîndarekî me yê li Îskenderûnê hinekî xedar in."