İbrahim Atmaca
15 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
ANKARA
Li Enqereyê wesayîta servîsê ya ku personelê eskerî tê da bû û otomobîlek li hev ketin û 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, qeza li çaryana kolana Etlikê ya navçeya Keçîorenê û kolana Halîl Sezaî Erkutê çêbû. Di qezayê da otomobîla ku plaqa wê 06 U 8791 û wesayîta eskerî ku plaqa wê 06 FF 4573 e, li hev ketin.
Di qezayê da yek jê karmendê sivîl 4 personelên eskerî û di kesekî di otomobîlê da birîndar bû.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê û der heqê bûyerê da lêpirsînê dest pê kir.