14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan operasyona ku Amerîka, Îngilistan û Fransayê li Sûriyeyê dijî rejima Esed li dar xistin nirxand û got: "Em operasyona hat kirin rast dibînin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan di kongreya partiya xwe ya Asayî ya Navçeya Fatîhê ya 6emîn da axivî û li ser rojevê û mijarên girîng sekinî.
Operasyona ku duh bi şev Amerîka, Îngilistan û Fransayê li Sûriyeyê bi moşekan birin ser baregehên eskerî yên rejima Esed nirxand û wiha pê da çû: "Helbet em rewşa wan zarokên ku ji çekên kîmyayî ra bûn hedef qebûl nakin. Fail kî be divê berdêla vê bide. Rejimê dît ku di rojên dawîn da zilma ku li dijî mixalifan dike bê bersiv namîne."
Serokomar destnîşan kir ku rewşa li Sûriyeyê rewşeke cuda ye û axaftina xwe wiha domand: "Mixabin lîstika li Sûriyeyê cuda ye. Li Sûriyeyê pêşiyê li hember zilma rejimê bêdeng dimînin, peyra bi dizîka piştgiriyê didin rêxistina terorê û derdixin piyaseyê û bi rêxistineke din ya terorê projeyan dimeşînin. Kes nikare çavên xwe ji van tiştan ra bigire û me her gav bal kişand ser. Me ji zû va ev lîstik fehm kiriye. Heger hedef DEAŞ be jixwe em dijî DEAŞê şer dikin. Li ku derê? Me di Operasyona Mertalê Feratê da 3 hezar DEAŞî berteref kirin."
- Bi tenê Tirkiye ewlehiyê pêk tîne
D berdewamiya axaftina xwe da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di nav hêzên li Sûriyeyê çalak da bi tenê Tirkiye li herêmên hildaye bin kontrola xwe ewlehiyê pêk tîne û û ji bo avabûna wan deran hewl dide.
Serokomar Erdogan der barê operasyona dijî rejima Esed da got ku hevalên min bi Birêz Putîn ra jî di nav têkilî û pêwendiyan da ne û wiha pê dewam kir: "Ez ê îro-sibê bi wî û Amerîkayê ra jî biaxivim. Ez ê parîk bi şûn da jî bi Birêz Macron ra biaxivim."
Serokomar Erdogan ji bo rê li ber bikaranîna çekên kîmyayî bên girtin jî got: "Ez ji vir bangî hemû dinyayê dikim: Werin em li ser çekên kîmyayî, konvansiyonel û her cure çekên ku îmheyên girseyî dikin biaxivin. Werin bila qeyrana li Sûriyeyê ji bona projeyên çekan yên nukleerî û konvansiyonel nebe derfet, bila hemû îmkan û derfet ji bona xêra mirovahiyê bibe wesîle."
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Azad a Sûriyeyê ra ji bo YPG/PKKya rêxistina terorê ji Efrînê derxin dabûn destpêkirin û hê jî didome jî bi bîr xist û got: "Hûn dizanin hejmara yên ku li Efrînê hatine berterefkirin bû çi? Qederê 4 hezar û 200î."