21 Îlon 2016•Rojanekirin: 22 Îlon 2016
ARDAHAN
Li rojhilatê Herêma Rojhilatê Anadoluyê dibe ku ba û bager rabe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dibe ku ba û bager rabe.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku sibê piştî nîvro li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên wek Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan, Bitlîs, Îdir, Bîngol, Şirnex, Wan û Hekariyê dibe ku ba û bager rabe.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li gor texmînan sûreta ba û bagerê di saetê da 70-90 kîlomêtro be û hişyarî hat dayîn ku ba û bager zirarê nede banê avahiyan û dar û beran.