06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 30 kesên ku ji ber bagerê asê man, hatin xilaskirin.
Li gundê Adakliya ku 15 kîlomêtro dûrî navçeyê ye 30 kes bi 9 wesaîtan ji bo ku nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê derketin rê û ji ber ba û bagerê di rê da asê man.
Hat destnîşankirin welatiyên ku asê man nekarîn bi derfetên xwe xilas bibin û agahî dan rayedaran.
Tîmên Şantiyeya Yuksekovayê ya Îdareya Taybet piştî seetekê xwe gihandin welatiyan û bi alîkariya makîneyên kar welatiyên ku asê mabûn xilas kirin.
Ji welatiyên ku asê man Evliya Soydan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber ba û bagerê 4 seet di rê da man û wiha xeberda: "Ji ber ba û bagerê rê hat girtin. Em jî ji bo herin nexweşxaneyê derketin rê. Lê di rê da ji ber bagerê wesaîtên me di berfê da asê bûn. Me agahî da rayedaran û ew jî hatin."
Îsmet Şahîn jî diyar kir ku ji ber bagerê em nikaribûn ji wesaîtên xwe jî derkevin.