Önder Beyter
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li parêzgeha Wan û Bitlîsê rêya 29 gundan ji ber berf û bagerê hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê da hat ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayê rêya 28 gundan girtî ye.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li navçeyên Başkale, Gurpinar, Çatak, Muradiye û Bahçesarayê berf û bager dewam dike û herwiha xebatên vekirina rêyan jî didomin.
Berpirsên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn diyar kirin ku ekîb xebatên xwe yên dijî cemed û hişkiyê jî didomînin.
Li Bitlîsê jî ji ber şert û mercên hewayê rêya gundekî hat girtin.
Midûrê Xizmetguzariyên Rê û Veguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan destnîşan kir ku xebatên vekirina rêya ku ji ber berf û bagerê hat girtin, dewam dikin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn jî, li piraniya herêmê hewa wê pir ewrayî be, dem demî jî berfeke tenik wê bibare.
Li herêmê herwiha tê texmînkirin ku bi şev û ber destê sibê hişkiyê çêbe, erdê biqerime û herwisa cih cihan jî mij û bûsî wê çêbe. Tê pêşbînîkirin ku li herêmê germahî 1-3 pile bikeve.
Li herêmê germahiya bi şev di bin sifirê da li Bitlîsê 2, li Wan, Mûş û Hekariyê jî pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê jî wê li Wanê 7, li Mûş û Bitlîsê 3 û herwiha li Hekariyê jî pileyek be.
Rayedaran diyar kir ku wê bi şev û ber destê sibê mij û hişkî çêbe û bayekî bihêz rabe, ji ber hindê jî divê berpirs, welatî û bi taybetî jî ajokar bitevdîr baldar bin.