24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
YALOVA
Hamîde Borana 52 salî li Yalovayê di mala xwe ya duqatî ya ku navê "Koşka Piçûk" lê kiriye da 65 pişîkên sikakê xwedî dike.
Boran li maleke mustaqîl kevin bi tena serê xwe dijî. Heta 3-4 sal berê jî rojane diçû mal paqij dikirin û wisa pere qezenc dikir. Mêrê wê 6 sal berê miriye û ji mêrê wê jî 350 lire mehane jê ra maye. Boran bi pereyê ku dikeve dest va hemû pêdiviyên pişîkan dikire. Her çend nexweşiya KOAH, astim û şekir pê ra heye û doxtor hişyariyê didê jî dîsa destê xwe ji pişîkan nake.
Boranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cara ewil 30 sal berê du pişîkên wê çêbûne, ji wê demê pê va ew pişîkan ji xwe naqetîne û ji wan hez dike lewra pişîk li gor wê dostên pir baş in.
Boranê diyar kir, piştî ku 6 sal berê mêrê wê mir pişîk jê ra bûne hevalên jiyanê.
Boranê destnîşan kir ku ew di mala xwe ya ku navê wê daniye "Koşka Piçûk" da 65 pişîkan xwedî dike û di nav van pişîkan da yên şehitî, bipenceşêr û kor hene. Boranê wiha dewam kir: "Ji ber ku ez pişîkan xwedî dikim kes malê nade min. Xwedê ji xwediyê malê razî be, hat dît ku ez pişîkan xwedî dikim, got 'ji malê derneyê'. Em tiştekî xerab nakin, heywanan xwedî dikin."
Boranê diyar kir, ew bi xwe li qata ser dimîne, li qata binî jî pişîk dimînin.