Haydar Şahin
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
VAN
Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 373 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber şert û mercên hewayê rêya 169 gund û taxên Baxçesaray, Başqele, Çaldiran, Çatax, Erdîş, Gevaş, Gurpinar, Mûradiye û Saraya navçeyên wan hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber xebatan didomînin.
Li Başqeleyê hemû xwendingeh li Baxçesarayê jî xwendingehên ku xwendekarên wan ji gund û taxan tên ji bo rojekî hatin tetîlkirin.
Ji ber berf û bagerê rêya 7 gund û 16 gomên li ser navenda Hekariyê, 5 gund û 16 gomên li ser Yuksekovayê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya 44 wargehan xebatên xwe didomînin.
Li Mûşê rêya 110 gundan li Bidlîsê rêya 50 gund û goman hat girtin.
- Li Mutkiyê serê qeremêtreyê 140 kîlo baran barî
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, ji şeva sêşemê pê va li Mûş û Bidlîzê, ji şeva çarşemê pê va jî li Wanê baraneke gur barî.
Li herêmê di nav 24 saetên dawîn da herî zêde li Mutkiya navçeya Bidlîsê barî. Li Mutkiyê serê qeremêtreyê 140 kîlo baran barî. li navenda Mûş û Bidlîsê jî serê qeremêtreyê kêmzêde 60 kîlo baran barî.
Tê texmînkirin ku baran ê hetanî êvarê dewam bike, li herêmê şilope û berf ê bibare.
Li gor texmînê, bi roj germahiya hewayê ew ê li Wanê 5, li Bidlîsê 0, li Mûşê 3 û li Hekariyê jî 2 pile be.
Hewaya Behra Wanê ew ê ewravî be, şilope û berf ê bibare, bayê ji aliyên başûr û başûrê rojhilat ra rabe.
Rayedaran ji welatiyan xwestin ku bira ji bo berfa giran, cemed, û aşîtê baldar bin û bê tevdîr nemînin.