12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê di navbera 2 û 3 pileyan de zêde bibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, herêmê di bin tesîra hilmegurma Basrayê de bimîne û germahiya hewayê wê 2 û 3 pile zêde bibe.
Li rojavayê Erziromê, li der û dora Erzingan û Erdexanê ji nîvro pê ve, li cihên din jî ji êvarê pê ve berfê bibare.
Tê texmînkirin ku li başûr û rojavayê başûr wê hin caran bayê bê.
Li herêmê germahiya hewayê bi şev herî kêm di bin sifirê de li Agiriyê 11 pile, li Qersê 6 pile, li Îdirê 5 pile, li Erzînganê 3 pile, li Erzirom, Tuncelî û Erdexanê jî 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê bi roj herî zêde li Îdir, Tuncelî û Erzinganê wê bibe 5 pile. Li Erzirom, Qers û Erdaxanê 2 pile û li Agiriyê jî wê di bin sifirê de bibe 3 pile.
Qalindahiya berfê jî li Erdexanê 17 santêm, li Erziromê 10 santêm, li Agiriyê 8 santêm, li Erzînganê 3 santêm, li Qersê jî santêmek hat pîvandin.
Ji ber qeşa û mijê rayedaran hişyarî da welatiyan ku bila ew bitedbîr bin.