05 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
RIO DE JANEIRO
Anadolu Agency (AA) wê bi 11 zimanî nûçeyên der barê "Olîmpiyatên Rîo 2016an" a ku bi mazûvaniya Brezilyayê tê kirin û sibê dest pê dike wê biweşîne.
Olîmpiyatên ku di dinyayê da ji organîzasyonên herî girîng yek in û wê îsal li Rio de Janeiro bajarê herî mezin ê duyemînê Brezîlyayê bê lidarxistin da ji bilî atlêtên navdar ên li çar aliyê dinyayê ji Tirkiyeyê jî ji 21 branşan bi tevahî 103 sporvan beşdar dibin û AA dîmen, wêne û nûçeyên olîmpiyatê wê ji aboneyên xwe ra bişîne.
Ji ser malpera înternetê ya Anadolu Agencyê û medyaya civakî ji bo şopîneran wê der heqê nasandina organîzasyon, rûdanên girîng û rojane da înfografîk bên weşandin.
Nûçeyên der barê olîmpiyatan da wê bi 11 zimanî bên weşandin
AA nûçeyên der barê olîmpiyatan da ji bi îngilîzî, erebî, farisî, BHS (boşnakî, hirvatî, sirpî), fransizî, rûsî, makedonî, ernavudî û bi kurmancî û soraniya zaraveyên zimanê Kurdî va wê biweşîne.
Ji ser medyaya civakî jî nûçeyên olîmpiyatê wê bi etîketa "#RIO2016" bên parvekirin.
Ekîba AAyê ya ji 7 kesan pêk tê ji bo şopandina olîmpiyatan li Brezîlyayê ne. Ekîp ji destpêka olîmpiyatan heta dawiyê wê nûçe, civînên çapemeniyê, antrenman, hevpeyvîn û nêrînan wê ji bo sporhezan bişopînin û nûçeyên wan biweşînin.