09 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
SAO PAULO
Li Brasîliaya paytexta Brezilyayê hin polês ji bo pêşnûmaya der heqê arîkarî û teqawîtbûnê ku protesto bikin, ketin Meclisa Nûneran.
Çalakî ji aliyê Yêkîtiya Polêsên Karmend a Brezilyayê (UPB) va hatin organîze kirin. Nêzî 3 hezar polês beşdarî mitîngê bûn.
Piştî mitîngê hin polêsan xwest ku herin odaya kesk a ku di Lijneya Gişkî ya Meclisê de ye. Çalakvanan bariyerên tûnela ku diçe odeya kesk şikandin.
Hêzên Ewlehiya Meclisê bi xaza îsotê midaxeleyê polêsan kir.